Li Rojava Newroz hate pîrozkirin

Li her deverên Rojavayê Kurdistanê agir dadan û Newroz hate pîrozkirin.

Ji ber metirsiya vîrûsa Koronayê agirê Newrozê bi komên biçûk hate dadan. Li hemû bajarên Roajvayê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin û li ber agir govend hatin gerandin û dirûşim hatin berzkirin.

Li naveda Kobanê û gundên girêdayî wê agir hate pêxistin, bi dehan westayît bi awayekî konvoy li nava bajar geriyan.

Welatiyên Efrînê jî yên ji ber êrîş û zilma dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mabûn koçî Şehbayê bibin jî agir pêxistin. Komên biçûk ên li gelek navenda agirê Newrozê pêxistin bi agir ‘Efrîn’ nivîsandin, sirûdên şoreşê qîrkirin.

Li Hesekê jî heman dîmen derketin pêş. Her wiha li bajar wesayît tûr avêtin, dirûşim û sirûd gotin.

Li Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê jî agir hate dadan. Li dorî agirê ku li bajar hate pêxistin bi komên biçûk Newroz pîroz kirin.

Her wiha li Qamişlo jî agirê Newrozê hate pêxistin. Ji ber vîrûsa Korona li tevahiya bajar bi komên biçûk Newroz hate pîrozkirin.