Li Reqayê teqîn: Zarokek mir, 15 kes birîndar bûn
Di encama teqîneke li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê de zarokek keç a 7 salî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Di encama teqîneke li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê de zarokek keç a 7 salî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna li taxa Cezrayê de zarokeke keç a 7 salî jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de 15 kesên din birîndar bûn. Têkildarî teqînê agahiyên zelal nehate bidestxistin.
Navenda bajarê Reqa di 17’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqij kirin. Operasyona ji bo rizgarkirina bajêr di 6’ê Hezîrana 2017’an de destpêkirîbû.