Li Reqayê şer didome
Li rojhilatê Reqayê û li navenda bajêr şerekî giran heye. 16 sivîlên ku çeteyan ew ji xwe re dikirin mertal, ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.
Li rojhilatê Reqayê û li navenda bajêr şerekî giran heye. 16 sivîlên ku çeteyan ew ji xwe re dikirin mertal, ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.
Li Rojhilatê Reqayê û li navenda bajêr şerekî giran heye. Li Taxên bi navê El Meşleb, Sînaa û gundê Semra yê ku çeteyên DAIŞ’ê bi cil û bergên sivîlan ketibûnê, operasyonên paqijkirinê didomin.
Li herêma Cezratê ya ku li ser sînorê Reqa û Dêrazorê ye jî şerê giran didome.
Ji aliyê din ve yekîneyên taybet ên QSD’ê li taxa Nehdayê 16 sivîlên ku çeteyên DAIŞ’ê ew ji xwe re dikirin mertal jî rizgar kirin.
Sivîlên hatin rizgarkirin diyar kirin dema malbatekê dixwest xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike, çeteyan ji vê malbatê 7 kes kuştine. Têkildarî nasnameya van kesan tu agahî nehat wergirtin.