BI DÎMEN

Li Reqayê perwerdeya siwarên hespan

Piştî ku Reqa ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, Klûba Siwarên Hespan a Fîrûsiye di sala 2021'ê de hate restorekirin û malovaniyê ji 150 hespan re dike. Ji bo mirovên di navbera 10-45 salî de perwerdeya siwarbûna li hespê tê dayin.

Ji ber ku bajarê Reqa di bin dagirkerî û şer de wêran bûye, hezkir û hezkiriyên hespên Ereb ên resen li klûba siwaran a Reqaya rizgarkirî tên cem hev. Di heman demê de ew ji hêla pisporan ve têne perwerde kirin da ku beşdarî pêşbaziyên ku dem bi dem têne çêkirin, bibin.

Klûba Siwaran dema ku DAÎŞ'ê Reqa xist bin kontrola xwe, bi temamî ji holê rakirin. Piştî rizgarkirina Reqayê di 20’ê Cotmeha 2017’an de kesên ku di serdema DAÎŞ’ê de ji werzîşê bêpar mabûn dest bi werzîşê kirin. Klûba Siwaran di sala 2021’an de bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê jinûve hate vekirin. Kulûba Siwarbûna Hespê Firûsiyê perwerdehiya siwarbûna hespan ji astên destpêkê destpê dike û rê dide siwaran ku jêhatîbûna xwe baştir bikin. Di heman demê de, ew bi organîzekirina bername û şahiyên cihêreng siwaran kêfxweş dike.

KLÛBA SIWARAN A HERÎ MEZIN E

Rêveberê Klûba Siwarbûna Hespan a Firûsiyê ya Reqayê Mihemed El Hesen diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew klûba siwariyê ya herî mezin in û got: “Di klûbê de 150 hesp hene û 30 personel jî perwerdekar in. Her sal turnuvayek bi 400 siwarên hespan li seranserê Sûriyeyê tê lidarxistin. Perwerde ji bo kesên di navbera 10 û 45 salî de tê dayîn. 15 hesp bi taybetî ji bo tûrnûvaya îsal hatin amadekirin."

LÊNÊRÎNA HESPAN GIRÎNG E

Der barê xwedîkirina hespan de jî Mihemed El Hesen wiha got: “Ji bo tenduristiya hespan divê bi rêkûpêk kontrolên beytar bên kirin û derziyên pêwîst di dema xwe de bên kirin. Wekî din, divê baldarî li xwarina hespan bê kirin. Bernameyek xwarina rast û hevsengî astên enerjiyê yên hespan diparêze û mezinbûna wan a bi tendurist misoger dike. Lênêrîna hespan jî mijareke girîng e. Divê mûyê hespan bi rêkûpêk bên şuştin, lingên wan bên paqijkirin û neynûkên wan bi rêkûpêk bên birîn. Ji bilî vê, şert û mercên xanî yên hespan jî girîng e. Ji bo hespan sitargehek guncav were peyda kirin û ji bo rehetiya wan jîngehek guncaw were çêkirin."

JI BO TÛRNÛVAYÊ AMADE YE

El Hesen da zanîn ku ew amade ne ji bo beşdarî tûrnûvayên li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger hûn dixwazin dema xwe bi hespan re derbas bikin, bi xwezayê re têkildar bin û fêrî werzîşên siwariyê bibin, hûn dikarin tevlî klûba me bibin. Hûn dikarin bi fêrbûna teknîkên siwarbûna hespê bi mamosteyên pispor re baştir hîn bibin.”