Li Reqayê kêliyên dawî: 2 taxên din hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxên Endelus û Metar ên li navenda bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Operasyona Şehîd Ednan Ebû Emced, ku qonaxa dawîya Pêngava Rizgarkirina Reqayê ye, di roja duyemîn de ye. Ji duh ve li taxên Kurdan, Hurriye, Sexanî, Methene, Bedû û li dora nexweşxaneya Wetenî, Stada Futbolê û Xaçerêya Neîmê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Di encama vî şerî de taxên Endelus û metarê hatin rizgarkirin.

Di şer de 7 çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî hatin kuştin, 10 çete jî teslîmî şervanên QSD'ê bûn. 

Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.