​​​​​​​Li Reqayê du teqîn pêk hatin

Li Reqayê du teqîn li pey hev pêk hatin.

Di saetên şevê de li Reqayê yek jê bombeya ku li wesayîteke ya sivîlan bi cih kirî du teqîn pêk hatin. Ji ber teqînê ziyanên madî li herêmê pêk hatin.

Meclîsa Leşkerî ya Reqa ku têkildarî teqînê agahî da got: “Teqemeniya ku li wesayîta sivîlekê ya li Çerxerêya Emîn Dewle bicih kiribû teqiya. Di teqînê de ziyanên madî gihişte wesayîtê.

Piştî teqîna yekem li pêşberî çerxerêyê teqîna duyemîn pêk hat. Ji ber teqîna mayîna li herêmê hatibû bicihkirin ziyanên madî pêk hatin.”