Li Reqayê 23 çete hatin kuştin, 3 çete jî xwe radest kirin
Di şerê li gelek herêmên cuda yên Reqayê dewam dike de, herî kêm 23 çete hatin kuştin.
Di şerê li gelek herêmên cuda yên Reqayê dewam dike de, herî kêm 23 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê di şerê li Taxa Deriyê de, 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê ku hewldan êrîş bikin rûxandin. Di şer de 1 jê sekvan 9 çete hatin kuştin.
Di şer de jî 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn.
Li Taxa Hîşam Ebdulmelek a dikeve rojhilatê bajêr jî şervanan dest danî ser 2 hewanên 120mm û gelek roketan.
Di şerê li taxên Reqaya Kevin de jî wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin, 14 çete hate kuştin. 3 çete jî li gel çekên xwe xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.