Li Reqa ya Berê şerekî dijwar heye

Li Reqa ya Berê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye, heta niha gelek çete hatin kuştin û gelek cebilxane hatin bidestxistin.

Li taxa Reqa ya berê ku şerê dijwar lê dest pê kiribû heta niha jî  dewam dikin. Li aliyê rojava yê Reqayê û li başûr-rojhilatê Reqayê jî  şerê dijwar didome.  Di encama şerê duh de ku êvarî heta  niha 34 çete hatin kuştin. Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 32`an de dewam dike. Şervanên QSD`ê ku ber bi navenda bajarê Reqayê ve bi pêş ve diçin, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin û li gelek deverên bajarê Reqayê, şerê dijwar rû dide.

Di nav vê çarçoveyê de, li taxa Reqa ya berê ya li aliyê rojhilat ê bajar,  di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar ji duh êvarî  heya niha didome.  Çete ji bo taxa navborî ya stratejîk winda nekin, bi grubên mezin êrîşê tînin. Her wiha li gorî çavkaniyên leşkerî, çeteyên DAIŞ`ê hawanên ku madeyên kîmyawî di nav de hene, li taxê de bi kar tînin. Li taxê ku şerekî dijwar heta niha rû dide, şervanên QSD`ê maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bighêje hedefa xwe, îmha kirin. Her wiha du çeteyên ku xwe amade dikirin xwe bi şervanan de biteqînin, lê beriya ku bighêjin nava şervanan, hatin kuştin.

Di heman demê de, di şerê dijwar ê taxa berê a Reqayê de, 15 çeteyên din jî hatin kuştin.  10 termên çeteyan, 2 qilêş û yek çeka Lav a artêşa Tirk a dagirker,  kete destê şervanan. Di encama berxwedaniya taxê de, 3  şervanên QSD`ê birîndar bûn. Li aliyê rojava, li taxa El-Diriyê jî şerê dijwar ji duh êvarî heta niha rû didin. Di encamê de 7 çete hatine kuştin û 2 şervanên QSD`ê  jî bi sivikî birîndar bûne.

Her wiha 6 qilêş, yek BKC, yek B7 ketin destê şervanan. Li vir jî, çeteyan dixwestin bi maşîneyek bombebarkirî êrîşê bibin ser noqteyên şervanan, lê beriya ku bighêje armanca xwe ji aliyê şervanan  ve hate îmahkirin.

Li taxa navborî şerê dijwar didome. Li gundê Sifên ê ku dikeve başûr-rojhilatê Reqayê,  şerê giran rû dan. Li gorî encamên ku heya niha diyar bûne 10 çete hatine kuştin. Li gund şerekî dijwar heye.Li taxa navborî şerê dijwar didome. Li gundê Sifên ê ku dikeve başûr-rojhilatê Reqayê,  şerê giran rû dan. Li gorî encamên ku heya niha diyar bûne 10 çete hatine kuştin. Li gund şerekî dijwar heye.