Li Reqa û Tebqayê dewleta Tirk hate protesto kirin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Reqa û Tebqayê hate protestokirin.

REQA

 

Li Reqayê rûspî û şêxên eşîrên herêmê jî di nav de bi dehan kesan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Kesra Ferec kom bûn.

 

Beşdaran di xwepêşandanê de banga parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser kir, êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Piştî meş veguherî mîtîngê, hevserokê Meclîsa Xeta Şamiyê Reed Temir axivî û sûcên dewleta dagirker a Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir bi rihê hevpariyê ya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya parastina biratiya gelan û Rêveberiya Xweser silav kir.

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

TEBQA

Gelê bajarokê Curniyê û gundên bakurê rojavayê Tebqayê bi beşdariya endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û malbatên şehîdan tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên hovane ku bi rêya çeteyan xwe pêk tîne hatin şermezar kirin. Di heman demê de xwepêşandêran pankartên bi nivîsên, "Jinên Tebqayê sûcên li dijî jinên Efrînê şermezar û red dikin", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Dem hatiye ku parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin" hatin hildan.

Li pêş meclisa bajarokê Curniyê xwepêşandan veguherî mîtîngê, piştre Hevseroka Meclisa Bajarokê Curniyê Henan Xelef daxuyanî bi navê şêniyên Curniyê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku reftarên hovane û sûcên dermirovî yên li dijî herêmên dagirkirî ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin şermezar dikin. Her wiha hîn jî sûcên koçberkirin, qetilkirin, revandin û tecawîzkirina li dijî jinan pêk tên.

Xwepêşandêran got berpirsê van hemû sûcan civaka navneteweyî ye, her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku bila bêdeng nemînin.