Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li Reqa, Hesekê û Qamişloyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

REQA

Li Reqayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn. Beriya danîna şitlan, endamê Meclîsa Giştî ya Xeta Şamiye Îbrahîm El Remedan daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev roj, ji bo gelên bindest û hejar bû çirûska azadiyê. Di daxuyaniyê de bang li gelên Rojhilata Navîn hat kirin ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bikin ji ber ku banga hezkirin û aştiyê dike.

Piştî bidawîbûna axaftinan şitil li navenda Meclîsa Giştî ya Kesrat, çiyayê gundê Kesrat ê rojavayê bajêr, hatin danîn.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist. Bi dehan endamên yekitî û saziyên bajêr û hevserokatiya tevgerê tev li civînê bûn. Di civînê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û 4`ê Nîsanê pîroz kir û got: “Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vejîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Roja sererastkirina rastiya dîrokê ye.”

Hiso banga mezinkirina têkoşînê kir ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.

HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi boneya 4`ê Nîsanê şahiyek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê tev li şahiyê bûn.

Şahî li qada Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê li dar ket. Di şahiyê de sînevizyonek der barê jiyan û axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran berxwedan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.