Li Reqa cihê stratejîk ji dest çeteyan hate standin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kolana El-Mezarî ya Reqayê bi temamî ji dest çeteyan derxist.

Li Reqayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku çeteyên DAIŞ’ê asê kirine bi pêş ve diçin. Li gelek deverên bajêr şerê giran heye. Şervanên QSD’ê li nav bajêr bi pêş ve diin, li taxa El Berîdê Kolana El Mezarî bi temamî ji dest çeteyên DAIŞ’ê hate derxistin û hate kontrolkirin.

Kolana El Mezarî di navbvera El Berîd û El-Romaniya de dimîne. Piştî ku koman hate bi destxistin şervanên QSD’ê de wê rehetir tevbigerin.

Her wiha li El Nehda û Hattînê yên li Rojavayê Reqa jî şerê giran heye.