Li Qamişloyê piştgiriya ji bo berxwedêran didome

Çalakiya li Qamişloyê ya ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê didome.

Berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê 4 roj in çalakî pêk tê. Kedkarên Heyva Sor a Kurd di çalakiyên greva birçîbûnê de bi berxwedêran re ne.

Ji xebatkarên Heyva Sor a Kurd Newroz Şabo li ser çalakgerên greva birçîbûnê axivî û diyar kir, heta ji destê wan tê ew hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Newroz Şabo got, "Ji ber ku em li konê greva birçîbûnê wezîfedar in û alîkariyê didin gelê xwe em kêfxweş in. Ji bo rojê 24 saetan alîkariyê bidin gelê xwe em li vir nobedê digirin. Bi giranî pirsgirêkên serêş û tansiyonê li çalakgeran rû didin. Em jî hewl didin ji wan re bibin alîkar."