Li Qamişloyê pîrozbahiya Newrozê îro jî domiya

Gel bi komên biçûk li cihên cuda yên Qamişloyê kom bûn, agir dadan û bi govendê Cejna Newrozê pîroz kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo li deverên derdora bajêr bi komên biçûk Newroz pîroz kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina şêniyan ji êrişên muhtemel tedbîrên parastinê girtin.

Bozan Oso got: "Em ê wekî her sal Cejna Newrozê pîroz bikin, helbet vîrûsa Koronayê heye. Lê Newroz ji bo me rojeke pîroz e, nabe em di malên xwe de bimînin, ji ber Newroz meşeleya azadiyê ye."

Ciwana bi navê Ranya Mihemed Emîn Cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha anî ziman: " Cejna îsal ji cejnên berê cûda ye, ji ber vîrusa Korona belav bûye. Rast e îsal pîrozbahî ne girse bû lê me rojek xweş derbas kir."

Ranya Emîn banga li partiyên siyasî kir ku yekrêziya xwe ava bikin û ev tişt anî ziman: "Îsal bikin sala yekrêziya refa Kurdî. Ji ber vê ev xewna me ye. Vê xewnê bikin rastiyek."