Li Qamişloyê li dijî rêxistina sûc a organîze operasyon hate kirin

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyonan de 8 endamên rêxistina sûc a organîze hatin girtin.

Ev demeke li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên ku li dijî sûcên dizî, gendelî û hwd. hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Civak jî piştgiriyeke mezin dide vê pêngavê.

8 endamên rêxistina sûc a organîze ku sûcên wekî çêkirina belgeyên sixte, sixtekariya fatûrayan, û bi bertîl kirîn-firotin ji endamên komîteyan re, gendelî, peydekirina amûrên sixte, sixtekarî hijmar û pereyên amûran de, zirerdayîna saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê kirine, hatin girtin.

Sûcdarên ev sûc kirine ketibûn nav saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi milyonan dolar dizîbûn û hemû sûcên wan hatin piştrastkirin. Sûcdar bi biryara dadgehê hatin girtin û ew rêkirin girtîgehê. 

Dadgehê di darizandina sûcdaran de, ew bi navê "Rêxistina sûc a organîze"bi nav kir û ew ceza kirin.

Navên sûcdarên ku ji aliyê dadgehê ve hatine darizandin wiha ne; S.A.H, M.E.H, K.C.R, D.Ş.Î, G.A.E, Î.D.M, S.A.S, D.R.A.

Li gorî agahiyan, têkoşîna li dijî gendelî, sextekarî û diziyê berdewam dike.