Li Qamişloyê ciwan radihêlin çekê

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Rojava kirin, gelê Qamişloyê jî radihêlin çekê.

Di roja çaremîn a êrîşan de gelek obus û hawan li Qamişlo û derdora wê ketin û hinek cih hatin bomberdûmankirin. Duh jî çeteyên dewleta Tirk li pêşiya restorantekê wesayîteke bombebarkirî teqand.

Ciwanên Qamişloyê îro berê xwe dan Navenda Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê, gelek ciwanan ji bo parastina axa xwe rahiştin çekê.

Ciwanekî got ku “Em ê gelê xwe biparêzin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bila li hemberî Erdogan welatê xwe biparêzin.”