Li Qamişloyê alarma şewatê
Şewata li başûr rojavayê Qamişloyê bi hewldana hevpar a gel û agirkujan tê vemirandin.
Şewata li başûr rojavayê Qamişloyê bi hewldana hevpar a gel û agirkujan tê vemirandin.
Îro piştî nîvro li zeviyên genim û ceh yên derdora gundê Girbawiyê ku dikeve başûr rojavayê Qamişloyê şewat derket. Şewat bi demê re berbelav bû.
Nûçegihanê me yê li herêmê ragihand ku beşek mezin yê şewatê hate vemirandin lê şewat hinek cihan bidome. Di şewatê de bi dehan lawir telef bûn.