Li Qamişloyê Akademiya Kurdî ya Şehîd Egîd Cîlo hate vekirin

Li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî Akademiya Kurdî ya Şehîd Egîd Cîlo hate vekirin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di vekirina akademiyê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed vekirina akademiyê pîroz kir û got "Vekirina vê akademiyê gaveke ber bi serkeftinê ye. Em, rêveberiya xweser çi bê ser milê me, em ji bo alîkariyê amade ne."

Piştre li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî axivî û got"Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me xwest ku em vê akademiyê vekin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan, rêberê fikr û zanistê ye. Her wiha me xwest ku em akademiyê bi navê Şehîd Egîd bi nav bikin ji ber ku ew parêzvanê ziman bû."

Piştre li ser navê Rêveberiya Akademiyê Mamoste Şîlan axivî û got"Em vekirina vê akademiyê diyarî hemî malbatên şehîdan dikin ji ber ku bı saya xwîna wan, îro ev akademî hate vekirin û bi taybetî jî em diyarî malbata Şehîd Egîd dikin ji ber ku kedek wî ya mezin di zimanê Kurdî de hebû. Em ê di vê akademiyê de ji her dibistanan mamosteyên pisporên bînin û wê ev mamoste pisporiya xwe li akademiyê bixwînin.”