Li Qamişloyê 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin

Li gelek navendên kantona Qamişloyê, roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve 4′ê Nîsanê, li kantona Qamişloyê çalakiyên curbesur hatin lidarxistin.

Li bajarê Qamişloyê, Kongra Star li Parka 19′ê Tîrmehê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên ji partiyên siyasî, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Li ser dîwarên parkê wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û hêzên leşkerî hatin daliqandin.

Di şahiyê de berdevkê Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûmeta tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê diparêze.

Rîhan gotina xwe wiha bi dawî kir: "Felsefeya neteweya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst, fikirê tundraw û netewe-dewletê tê dikoşe, ew mîna pergala altarnatîf a parastina mafên hemû gelan, pêkanîna jiyana hevbeş û wekheviyê ye. Ji lew re dijminên fikrê demokratîk Rêber Abdullah Ocalan revand."

Şahî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li Amûdê, Kongra Star şahiyek li hola Kerem li dar xist. Di şahiyê de şêniyên Amûdê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Li hola şahiyê wêneyên Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin daliqandin.

Di şahiyê de Hevserokê Desteya Hundirîn Hemrîn Elî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna azadî û jiyanê ye.

Hemrîn anî ziman ku pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan nayê wateya pîrozbûna bi jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lê belê tê wateya jidayikbûna fikrê neteweya demokratîk, xwişk û biratiya gelan û azadiya jinê. Hemrîn bang li tevahî gel û jinan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

ÇILAXA

Meclisa Navçeya Çilaxa bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke fireh ji şêniyan re li navenda çandê li dar xist. Di civînê de endamê Komîteya Perwerdê ya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şewqî axivî û wiha got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz roja vejînê ye."

Dûre meclisê gelek kesayetên ji navçeyê yên ku rola wan di belavkirina fikrê Abdullah Ocalan li nava şêniyan de hebû, xelat kir.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê, Kongra Star bi beşdariya şêniyên navçeyê 55 darên hawîrdorê li gelek sazî û Parka Abdullah Ocalan a li navçeyê çandin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên navçeyê serdana Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê kir.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên Til Hemîs, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li qada dibistana Mucîr Yenat a li bakurê navçeyê kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Li wir, Hevserokê PYD′ê yê Til Hemîsê Xalid Sadûn axivî û got: "Di demekê de têkoşîna dîrokî ya gelan a ji bo azadiyê de gihiştiye lûtkeya xwe, em 4′ê Nîsana îsal pêşwazî dikin. Di heman demê de jî siyaseta dewleta Tirk gihiştiye keviya hilweşînê."

Sadûn anî ziman ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna azadiya tevahî gel û pêkhateyan e.

TIL BIRAK

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên Til Birakê bi koordînaya bi şaredariya gel re 300 darên hawîrdorê li parkên navçeyê çandin.

Her wiha Kongra Star li hola Meclisa Til Birakê semînerek li ser jiyana Abdullah Ocalan bi beşdariya bi dehan şêniyan da. Di semînerê de endama Kongra Star Ezra Salih axivî.

Ezra got: “Rêber Abdullah Ocalan di oxira gel û civak azadiya xwe bi dest bixin de gelek fedekarî pêşkêş kirin. Ji lew re rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelên bindest e.”