Li Qamişlo û Til Berakê dagirkerî û êrîşên dewlet Tirk hatin protesokirin

Gelê Qamişloyê bertek nîşanî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Şengal û Dêrikê dan, nameyek radestî Komîseriya Karûbarên Koçberan a NY’ê kirin û anî ziman ku pêwîste ji bo gefên ku dewlet Tirk dixwe bêdeng nemînin.

Gelê Qamişloyê bertek nîşanî gefên dagirkeriyê yên Şengal û Dêrikê yên dewleta Tirk dan û bi dirûşmeyên “Em ê teror û faşîzma Tirk a ku cihanê gef dike rawestînin” daketin qadan.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, bi dirûşmeya “faşîzma Tirk gefê li ewlehiya cîhanê dixwe, em li dijî terorê rawestin” meşek girseyî lidar xistin û gefên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Dêrikê şermezar kirin.

Meş ji Kolana Mûnîr Hebîb destpê kir û li pêşiya Komîseriya NY’ê ya Karûbarên Penaberan rawestiya.

Çalakgeran pankartên bi nivîsên “Em ê berxwedanê bilind bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin”, “Em xwediyê vê xakê ne”, “Erdogan dagirker e û divê werê darizandin”, “Dem dema yekitiya nîştimanî ye”, “QSD îradeya me ye” û alên QSD`ê, rakirin.

Li pêşiya avahiya Komîseriya NY`ê ya li taxa Siyahî meş rawestiya. Endama Kongreya Star Xaliye Necar axivî û gefên dewleta Tirk ji herêmên Rojava re û komkujiya 22`ê Çileyê li dijî sivîlên Til Rifetê pêk hatiye, şermezar kir.

Xaliye Necar tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hemberî dagirkeran teslîm nebin û wê delweta Tirk nikaribe vîna wan bişikîne.

Xaliye herwiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Piştre, bi navê çalakgeran 4 kesan nameyek girêdayî daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî nivîsgeha NY’ê kirin. Di nameyê de hate xwestin ku bersiva dijminahiya dagirkeriya Tirk were dayîn û gefên wê bên rawestandin, her wiha ji bo darizandina terorîstan dadgeheke navneteweyî bê avakirin, alîkariyên mirovî ji şêniyên herêmê re bên dayîn û piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin.

Nûnerên xwepêşandêran diyar kirin ku nûnerên NY’ê li bajarê Qamişlo tekez kirin ku wê daxwazên şêniyan bigihînin nûnertiya NY’ê ya li Şamê û ji wê bigihînin Washingtonê.

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên navçeya Til Birakê ya girêdayî Kantona Qamişlo jî bi xwepêşandanekê gefên dewleta Tirk a li ser Dêrik û Şengalê, şermezar kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya firinê ya li navarasta navçeyê destpê kir û li nêzî çerxerêya Şehîdan rawestiya. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re” rakirin.

Her wiha alên QSD, Kongreya Star û PYD`ê rakirin û dirûşmên ji bo piştgiriya bi QSD`ê re û şermezarkirina dagirkeriyê berz kirin.

Li nêzî çerxerêya Şehîdan, Hevserokê Meclisa Navçeya Til Birakê Ebdulselam El Hesanî axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û topbarana herêmên din, nîşan dide ku ew dixwaze hemû xaka herêmê dagir bike û got: “Ji ber wê em dibêjin êdî beşe ji dagirkeriyê re.”

Her wiha Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Weid El Xelûf êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk hemû urf û rêgezên navneteweyî derbas kir û bi hedefgirtina sivîlan dixwaze civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.”

Weid bang li ciwanan kir ku li hemberî dijminahî û zêdegaviyên dewleta Tirk piştgiriya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) bikin.