Li Qamişlo teqîn: Jinekê jiyana xwe ji dest da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di teqîna li Qamişlo de jinek jiyana xwe ji dest da û mêrek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê teqîna îro saet derdora 15.00’an de li nêzî Çerxeriya Quwetlî ya li ser rêya Kornîş a bajarê Qamişlo, di wesayîtekê de teqînek pêk hat de, daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

′′Îro 22′yê Cotmehê, piştî nîvro li bajarê Qamişlo wesayîtek (Hyundai Jeep) teqiya. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hêzên me li derdora cihê teqînê dorpêçeke ewlehiyê pêk anîn û ji bo jiyana welatiyan biparêzin ew dûrî wir xistin. Piştî vemirandina agirê wesayîtê, hat tesbîtkirin ku di wesayîtê de mayineke din a neteqiyayî heye û mayîn ji aliyê hevalên me yên pispor ve hatiye bêbandorkirin.

Hêzên me ji bo girtin û darizandina kesên ku bûne sedema vê teqînê, lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin."