Li Qamişlo şehîdên 18’ê Gulanê hatin bibîranîn

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Qamişlo şehîdên 18’ê Gulanê bi merasîmekî hatin bibîranîn

Li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê şehdên 18’ê Gulanê hatin bibîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpêkir.

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mezlûm Qamişlo axivî û got: “Hemû mehên me yek ji yekê bi nirx û serkeftîtire, heman wextê ji êş û şehadetan jî tije ye. Yek ji wan jî meha Gulanê ye. Meha Gulanê yek ji taybetmendiyên xwe heye ew jî berxwedanî ye.”

Qamişlo got,gelê Kurd di vê mehê de bi pêşengiya fermandarê mezin Heqî Kerar dest bi berxwedaniya azadiyê kirine.

Li ser navê YPG’ê û YPJ’ê Amed Qamişlo axivî û got: “Şehîdên me hemû yek in ji ber ku armanc û daxwaziyên me jî yek in. Em jî wekî hêzên leşkerî soza didin şehîdan, em ê li ser şopa wan bimeşin ta ku gelê xwe azad bikin.”