Li Qamişlo cenazeyê 4 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanên YPG′ê yên ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanên YPG′ê yên ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Qamişlo, gundewarên wê, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê cenazeyên 4 şervanên YPG′ê Mihemed Seydo (Hemûdî Qamişlo), Zêdan Nehar (Hemûd Qamişlo), Elî Beyzî (Serhed Qamişlo) û Mazin Niwêsir (Murad Qamişlo)ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Merasîma veşartin li gel deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Gabar Hesen û Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen, axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û hat destnîşankirin ku şehîdên azadiyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê canê xwe feda kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku şervanên azadiyê li bajarê Reqayê destaneyên lehengiyê lidar dixin û soza tolhildanê û şopandina rêya şehîdan, hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşûm û tilîliyan ve li goristanê hatin veşartin.