Li Qamişlo, Şedadê û Eyn Îsayê li dijî dagirkeriyê meş

Li bajarê Qamişlo, Şedadê û Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn.

Bi hezaran kesên daketin qadan êrîşên dagirkeriyê yên Tirk şermezar kirin.

QAMIŞLO‏ ‏

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) meşeke girseyî bi armanca şikinandina tecrîda li ‎ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha ji bona êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd, li bajarê ‎Qamişlo lidar xist.‎

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Kongreya Star, PYD`ê, TEV-DEM, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên ‎Parastina Cewherî (HPC), Saziyên Civak Sivîl tevlî xwepêşandanê bûn. ‎

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa "Em ê dagirkeriyê Têk bibin, işkenceya Îmralî ‎bi dawî bikin", "Azadî ji bo serok APO", "Bijî berxwedana Îmralî" û "Na ji dagirkeriya ‎dewleta Tirk re" hatibûn hildan.‎

Xwepêşandan bi tevlîbûna pêkhateyên bajar dewam kir û dirûşmên "Bijî serok ‎Apo", "Bê serok jiyan nabe" di meşê de hatin berzkirin.‎

Di nava meşê de jina bi navê Hediya Ebdo axivî û armanca tevlîbûna xwe ji ‎xwepêşandanê re diyar kir ku ew ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk ên hovane yên li ser Kurdan ‎derdikevin qadan û got: "Hetanî nuqteyeke xwîn di laşê me de hebe em ê li ser fikir û ‎felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin."‎ Hediya Ebdo bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û xwe bikin yek, da ku li ber êrişên dijminan bisekinin.‎

Xwepêşandan ji Çerxerêya Elaf a li bajarê Qamişlo destpê kir. Bi berzkirina dirûşim û ‎stranên şoreşgerê hetanî Goristana Şehîda Delîl Saroxan çû û li wir veguherî mitîngê, di ‎mitîngê de endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm ‎Saroxan axivî.‎

Saroxan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker sûnd xwariye ku nehêle mafên gelan li ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bibe û nahêle aramî li Rojhilata Navîn bi tevahî ‎çêbe.‎ Saroxan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi projeya xwe li hemû netewên Rojhilata Navîn ‎derketiye û got: "Bi Kurdên xwe re, bi Erebên xwe û Sûryanên xwe re jî xwedî ‎derketiye".‎

Endamê meclîsa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Saroxan bilêv kir ku ew wek gelê Rojavayê Kurdistanê wê têkoşîna xwe xurt bikin û li ser fikir û ‎felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin.‎

Çalakî bi dirûşma "Bijî serok Apo" dawî bû.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê jî di xwepêşandanekê de ku bi sedan‎ tevlî bibûn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, tevlîbûna xwe ji bo pêngava "Em ê teqez bi serkevin" ragihandin.

Meş li kolanên sereke yên taxê geriya û qada Cibisa ya naverasta navçeyê sekinî. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşer a navçeya Şedadê Haris El-Ezawî daxuyanî xwend.

El-Ezawî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û got: "Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger gelek erk ji me tê xwestin, ku parastina rûmeta welat û destkeftiyên şoreşê bikin."

El-Ezawî destnîşan kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşên ku exlaqê civakê û destkeftiyên gelên herêmê dikin hedef bisekinin. Her wiha anî ziman ku pêngava "Em ê teqez bi serkevin" wê bibe pêngava rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî xaka dagirkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Xwepêşandan bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

EYN ÎSA

Bi heman armancên Meclîsa Kantona Girê Spî meşek lidar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî yên li navçeyê û kampê beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Disiplîna Leşker ber bi çerxerêya Şaredariyê destpê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk hatin berzkirin.

Li çerxerêya Şaredariyê ya naverasta navçeyê, bi navê PYD'ê ya herêma Firatê Mistefa Ezîz axivî û got, AKP'ê bi serkêşiya Erdogan dixwaze xaka Sûriyê dagir bike û destkeftiyên şoreşa gelan têk bibe û siyasetên Tirkkirinê pêk bîne. Mistefa got, li hemberî van planan ji bilî parastina destkeftiyan tu vebijêk nînin. Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.