Li Minbicê yekemîn tugaya leşkerî hate îlankirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 1’emîn tugaya leşkerî bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced îlan kir.

Merasîma îlana tugaya leşkerî bi tevlîbûna dehan kesî li bendava Rojhilat hate lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfa Xelo û Farûq El-Maşî, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber û bi dehan Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

Tugaya leşkerî ji 5 tabûran pêk tê û hejmara wê 250 şervan in. Şervanan 45 rojan di dewreyeke perwerdeyê ya bîrdozî û leşkerî re derbas bûn.

Merasîma îlana tugayê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cemîl Mezlûm axivî û li ser navê Fermandariya QSD′ê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 1’emîn tugaya leşkerî ya Minbicê ya bi navê Tugaya Ednan Ebû Emced ragihand.

Mezlûm avakirina tugayê pîroz kir û diyar kir ku bi avakirina sîstemeke xurt a leşkerî ku di aliyên bîrdozî, siyasî û leşkerî de amade be kêliyên dîrokî têne jiyîn.

Mezlûm serkeftin ji şervanên mewzûn bûn re xwest. Piştre şervanan soza parastina bajarê Minbicê û şopandina rêya şehîdan dan.

Merasîm bi gerandina govendê ve bi dawî bû.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced 29′ê Tebaxê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû.