Li Minbîcê teqîn: Sivîlek mir
Li Minbîcê vê sibehê dema ku wesayîteke sivîl derbas bû,teqînek pêk hat. Di teqînê de sivîlek mir û gelek kes birîndar bûn.
Li Minbîcê vê sibehê dema ku wesayîteke sivîl derbas bû,teqînek pêk hat. Di teqînê de sivîlek mir û gelek kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê daye, mayîna ku berê hatibû danîn di dema derbasbûna wesayîta mamosteyan de teqiyaye.
Li ser rêya El Seîn a li Başûrê Rojhilatê Minbîcê teqînek pêk hat. Ajovanê wesayîtê di teqînê de miriye û mamosteyên di wesayîtê de jî birîndar bûne.