Li Minbicê ji ber teqînekê 2 sivîl birîndar bûn
Li bajarê Minbicê doh êvarê bombeyek teqiya. Ji ber teqînê 2 sivîl birîndar bûn.
Li bajarê Minbicê doh êvarê bombeyek teqiya. Ji ber teqînê 2 sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, bombe li xaçerêya Sebai Behrat teqiya. Ji ber teqînê welatiyê bi navê Besam El-Beşîr (43) û zarokê bi navê Yezen Ebdulelam (6) bi sivikî birîndar bû.
Birîndar birin nexweşxaneya Furat.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn demildest dor li cihê teqînê girtin û dest bi lêpirsînê kirin.
Rayedarên nexweşxaneyê gotin rewşa birîndaran baş e.