Li Minbicê êrîşên dagirker hatin şikandin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên artêşa Tirk û çeteyan şikandin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên artêşa Tirk û çeteyan şikandin.
Li gorî agahiyên ku Navena Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê belav kirine, duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan derbasî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibin, li ser wê yekê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de li gundên Seyade, Um Edese, Um Cilûd û Ereb Hesen ên li bakurê rojavayê Minbicê şerekî giran rû da.
Navenda Ragihandinê piştrast kir, şervanên wan hewldana çeteyan têk biriye û şer heta saetên derengiya şevê dewam kiriye.
Navendê her wiha destnîşan kir ku baregeha dagirkeriya Tirk a li gundê Qîrata jî hemwextî hewldana çeteyan, gundê Tûxar ê bakur rojhilatê Minbicê topbaran kiriye.