Li Minbicê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Minbicê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.
Li Minbicê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.
Di çalakiya 25’ê Mijdarê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Minbicê ve hate organîzekirin de, bi sedan kesên ji navenda bajêr û gundên derdor tevlî bûn. Meş ji taxa El- Rebîta ji pêşiya avahiya Meclîsa Jinê destpê kir, heta navenda bajêr dewam kir.
Girseya kul i navenda Minbic kom bûn, dirûşmên ku şideta li ser jinê protest dikin qîr kirin. Li vir, li ser navê Meclîsa Jinê ya Minbicê Meha El Elî axivî û destnîşan kir ku wê li dijî her cûre şidetê ya li ser jinê têkoşînê bikin.