Li Minbicê bi hezaran kesî azadiya Rêberê Gelê Kurd xwestin

Li Minbicê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û komploya navneteweyî protesto kirin.

Li Minbicê bi hezaran kesan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Endamên saziyan, Komîteya Rêverberiya Sivîl a Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û bi hezaran şêniyên Minbicê tevlî meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinan a bi Koordînasyona Tevgera Şoreşgerên Suriyê ve hatî lidarxistin bûn.

‘DEM HATIYE!’

Di meşa ku ji ber stasyona El-Hemdûnî ya li ser rêya Cezîrê dest pê kirî de pankartên “Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e”, “Bi coşa jinên ciwan û ciwanên şoreşger heta rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehên dewleta Tirk a faşîst em ê têbikoşin” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

‘JIN BI SAYA RÊBER OCALAN XURT IN’

Meş li rojhilatê Cezîrê veguherî mîtîngê, endama rêveber a Meclisa Jinan Fadiya Resûl axaftina destpêkê kir. Fadiya Resûl diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina mafên jinan têdikoşe û wiha domand: “Ew rêberekî neteweyî ye û jinan hêza xwe ji fikrên wî girtiye. Jin bi saya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê xurttir in.”

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Nûra El Hamid jî axivî û îşaret pê kir ku beriya 22 salan, piraniya dewletên cîhanê tevlî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bûn û wiha got; “Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e, dîl hate girtin û tecrîdeke giran li ser wî hate ferzkirin.”

Di mîtîngê de Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El Cemîlî jî axivî û got: “Em komploya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Wî bi fikir û felsefeya xwe ya neteweya demokratîk rê li pêşiya me ronî kir da ku em bigihêjin azadiyê û ji fikrên modernîteya kapîtalîst xilas bibin.”

El-Cemîlî piştrast kir ku ciwanên şoreşger wê li hemberî vê komployê bêhelwest nemînin.

Di dawiya mitîngê de beşdaran bi dirûşmeyan, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û banga bidawîkirina tecrîdê kir.