Li Minbicê bi daxwaza destûra bingehîn a demokratîk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes bi daxwaza destûra bingehîn a demokratîk meşiyan û peyama “Divê gelê Sûriyeyê qedera Sûriyeyê diyar bike” dan.
Li Minbicê bi sedan kes bi daxwaza destûra bingehîn a demokratîk meşiyan û peyama “Divê gelê Sûriyeyê qedera Sûriyeyê diyar bike” dan.
Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li bajarê Minbicê meşek lidarxist.Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Minbic, nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên wê beşdar bûn ku banga destûra bingehîn a demokratîk ku nûnertiya tevahî pêkhateyan bê cûdabûn dike, kir û her wiha jî banga paratina azadiya ferd li ser bingehên demokratî û pirrengiyê kir.
Beşdaran wêneyên şehîdan, di nava wan de wêneyê şehîd Hevrîn Xelef û pankartên bi nivîsên "Pirrengî metoda me ye, demokratî diruşma me ye, nenavendî rêbaza me ye", " Na ji desthilatiyê re û na ji navendîbûnê re", "Bi keda şehîdên xwe, pêşeroja Sûriyê nexşe dikin" û "Em daxwaza destûrekê ku parastina me bike û ne ku me tune bike."
Meş ji pêşiya Çarxeriya El-Mîzan a li ser rêya Helebê ber bi Qada Giştî ya naverasta bajêr ve dest pê kir. Beşdaran aleke mezin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê rakir û her wiha jî diruşmên redkirina destpotî û navendiyê hildan. Li aliyekî din jî diruşmên li ser Yekitiya Sûriyê û serbestbûna wan a hilbijartina çarenûsa xwe weke Sûriyê berzdan.
Meş li Qada Giştî vegûherî mîtîngê û mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê endamê partiyên Îmad Mûsa axivî û îşaret pê kir ku ji destpêka tevgera gel a Adara 2011’an de gel daxwaza mafên azadî û jiyana birûmet dikir. Lê belê terorê firsend girt û dewletan piştevanî kir ku li gor berjewendiyên xwe bimeşîne. Dîmena yekemîn jî li Kobanê eşkere bû û ya ku bi terora DAÎŞ’ê dest pê kiriye û li Dêrazorê têkçûye.
Îmad Mûsa anî ziman ku terorê bi destê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, ev herêm kir nimûneya ewlehîû aramiyê. Her wiha Mûsa bal kişand ser ku ev serketin temam nabe heta ku nûnerên gel ên rastîn li tevahî civîn û danûstandinên navdewletî yên der barê çareseriya aloziya Sûriyê li dar dikevin de, beşdar nebin.
Piştre bi navê rêxistinên civaka sivîl endamê rêveber Abdullah Hico daxuyand ku lihevanînên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin û piştrast kir ku tenê maf ê gelê Sûriyê ye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Ew xwediyên xakê ne. Bi her bihosteke axa xwe azad in. Der barê parastina yekitiya xak û gel de baldar in. Her wiha jî divê destûra Sûriyê garantiya mafên tevahî pêkhateyên wê bike.
Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.