Li Minbic û Tebqayê ji bo sê jinên şoreşger merasîm hat lidarxistin
Li Minbic û Tebqayê bi sedan welatî şehîdên qetlîama Parîsê bibîr anîn û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin.
Li Minbic û Tebqayê bi sedan welatî şehîdên qetlîama Parîsê bibîr anîn û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin.
Şêniyên Minbicê her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di salvegera 9’an a şehadeta wan de bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de endamên saziyên sivîl û leşkerî bi taybet jin amade bûn. Merasîm li goristana şehîdan a rojavayê Minbicê birêve çû. Beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.
Piştre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Sena Receb axivî û got: "Em îro ji bo giyana şehîdên xwe li vir in û ji bo têkoşîna wan a li dijî dijminên azadiyê serbilind in. Ji vê cihê pîroz ku şahidiya destanên lehengiyê yên birûmet in berxwedana şehîdên azadiyê û giyana wan a pîroz silav dikin."
Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahir jî axaftinek kir û diyar kir: "Li ser navên hevjîn, dayik û xwişkên şehîdan em di salvegera 9’an a şehîdên komkujiya Parîsê de wana bi bîr tînin ku tê de Sakîne, Leyla û Fîdan bi destê faşîzma Tirk şehîd bûne. Komkujiya ku dewleta Tirk li dijî têkoşer Sakîne pêk aniye dijminahiya li dijî tevahî jinan e, lê berxwedana jinan li dijî vê faşîzmê mohra xwe li serdemê xist."
Hesna El-Zahir soz dayî şehîdan ku faşîmza Tirk têk bibin û jiyaneke azad ava bibe nû kir û axaftina wiha bi dawî kir: "Bi vê yek re em ê tola şehîdan hilînin. Em bang li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê dikin ku bi ruhê sala nû tev li pêngava azadiyê bibin, berxwedanê li her derê bilind bikin, faşîzma Tikr hilweşînin û jiyaneke azad ava bikin."
TEBQA
Şaxa Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi merasîmekê li hola civînan a navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê û bi tevlêbûna jinên bajêr şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Meryem Reşîd destnîşan kir ku ji ber têkoşer hewl didin maf û azadiya xwe bi dest bixin, rejîmên destpot wan hedef digire û hewl dide tevgera jinan têk bibe.
Meryem Reşîd da zanîn ku divê tevahî jinên xwedî fikira azad a ku têkoşeran destpê kiriye, rêça wan bişopînin û bibin xwedî vîn da ku metirsiyên li ser xwe derbas bikin û azadiya tevahî jinên cîhanê pêk bînin.
Meryem Reşîd di dawiyê de ev bang li tevahî jinan kir: “Fikirê xwe bikin yek û xwedî li tevgera rizgariya jinan derkevin. Ji ber ku ev yek dozeke çarenûsiyê ye da ku li hember kesên vîna dikin hedef, azadiya wan kelepçe dikin û çanda wan diçewisînin, bisekinin.”
Piştre dayikên şehîdan ên Tebqayê li pêş wêneyên her sê têkoşeran mûm pêxistin, di heman demê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna wan hat nîşandan.
Merasîm bi diruşmeyên silavkirina şehîdan û têkoşîna jinan bi dawî bû.