BI DÎMEN

Li Kobanê têkildarî erdheja li Gemlîkê daxuyanî

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê diyar kir ku ew têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û divê tavilê agahî jê bê girtin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û erdheja herî dawî ya ku li Gemlîkê rû dayî daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Derya Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyaniya bi vî rengî ye:

"Ev 25 sal in Rêberê me di bin sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ya ji dervey pîvanên mirovî û zagonên navnetewî de, tê ragirtin. Serokê me bi îxanetê hat girtin. Îro jî bi bêdengiya heman kesan di zîndana dewleta dewleta Tirk de ye.

Niha jî em dibihîzin ku erdhej li Îmraliyê qewimî. Girava Îmraliyê li ser xeta erdhejê ye. Em wek gelê Kurd li ser rewşa Rêberê xwe gelekî bi fikar in, ji ber heya niha me tu agahî jê negirtiye û dewleta Tirk nahêle malbata wî biçe hevdîtinê.

Em dizanin ku dewleta Tirk dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne. Lê gelê me li dijî zîndanên we her serî hil dide. Ji ber vê rewşa erdhejê em bang li CPT û saziyên mafên mirovan dikin ku demildest serdana Rêberê Gelê Kurd bikin û agahiyeke rast bidin gelê me. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin."