Li Kobanê, nobeda li dijî dagirkeriyê di roja duyemîn de ye

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, çalakiya ku li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Çalakiya nobedê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê di 16'ê Çileyê de dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Di roja duyemîn de şêniyên ji navçeyên Şêran û Çelebiyê yên Kantona Kobanê tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê navçeya Şêranê Ezîz Hec Mehmûd xwest, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, helwesteke cidî bê nîşandan.

Ezîz Hec Mehmûd destnîşan kir ku yekane rêya pûçkirina êrişan yekîtiya gelan e.

Hevseroka Meclîsa Navçeya Şêranê Lutfiye Silêman jî di dema serdanê de axivî û got, "Armanca bingehîn a êrişan tunekirina projeya neteweya demokratîk a li herêmê ye. Dewleta Tirk dema ku li çiyayên Kurdistanê têk diçe, hewl dide tolê ji sivîlan hilîne."

Tê payin ku roja Sêşemê heyetên ji navçeyên Qena û Sirînê serdana çalakiyê bikin.