Li Kobanê ji bo şehîd Xelîl Bekî merasîmek hat lidarxistin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekî (Xelo Reş) ku di encama qezayeke trafîkê şehîd bû li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêniyên kantona Kobanê û siyasetmedar tev li merasîmê bûn.

Şehîd Xelîl Bekî (Xelo Reş) şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye û di qezeyekê de li Minbicê di 21`ê Çileyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Hedle Hesen axivî û got: “Şehîd Xelîl Bekî soza xwe anî cih û di oxira parastina ewlehiya herêmê de şehîd bû.”

Hedle wiha domand: “Êrişa li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê, hewldaneke dewletaTirk a dagirker e ku terora DAÎŞ`ê li herêmê vejîne.”

Her wiha di merasîmê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî û got: “Dewleta Tirk di êrişên li dijî Hesekê de ji cîhanê re isbat kir ku ew hemêzkera terorê ye û armanc dike projeya herêmê ya demokratîk têk bibe."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeya şehadeta şehîd radestî malbata wî kir û piştre girseya gel cenazeyê şehîd spartin axê.