Li Kobanê ji bo sê şehîdan konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo yek ji fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Rojhilat, hevrêya wê Azadî Dêrik û Çîçek Kobanê li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn.

Ji fermanadara YPJ’ê ya Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan) û şervana YPJ’ê Azadî Dêrikê (Emîne Seyid Ehmed) 11’ê Sibata 2024’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk  a li ser avahiya Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Qamiloyê şehîd bibûn. Şervana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat) jî 30’ê Çileyê di çalakiya li gundê Basilê yê Efrînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo her sê şehîdan konê sersaxiyê li Pakrawangeha Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê veda.

Şêniyên bajarê Kobanê bi tevlîbûna saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona  Firatê herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Maclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Bedîe Miho êrişa li dijî avahiya federasyona gaziyan şermezar kir û di kesayeta her sê şehîdan de cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Bedîa Miho soza şopandina xeta şehîdan da.

Rêvebera Kongra Star a navçeya Şêranê Litfiyê Mehmûd got;" Şehîd Sorxwîn heta kêliya dawiyê têkoşer û şopdarê Rêber Apo bû. Em soz didin ku em ê hata dawiyê şopdarê rêya şehîdên azadiyê bin. Em ê tola wan ji dijmin hilînin."

Endama Kongra Star a navçeya Qinê Fetûm Oso wiha axivî;"Em çiqas li ser şehîdan biaxivin têrê têkoşîna ku dane nake. Dagirker dibêjin her tiştê Kurdan li me helal e û namûsa Kurdan jî li me helal e. Lê şehîdên me her tim têkoşîn kir û nehiştin ku gotina dagirkeran pêk were. Em ê jî heta ta dawiyê tê bikoşin û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin."

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.