Li Kobanê ji bo 4'ê Nîsanê dar hatin çandin

Li Kobanê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin çandin.

Li gundê Siftekê yê li rojavayê bajarê Kobanê bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Kantona Kobanê li hev kom bûn. Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bexçeyê Rêbertî dar hatin çandin.

Heveroka Meclîsa Navçeya Şêrîanê Litfiyê Silêman di dema çandina daran de axivî, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Rêber Apo jiyaneke nû pêşkêşî tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têkoşînê dewam bikin."

Di dema çandina daran de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hate qîrîn.