Li Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, xwepêşandanek li dar xitin.

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, li qada Jina Azad xwepêşandanek li dar xitin. Xwepêşandêr li Qada Aştiyê rawestîn, piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Firatê Hebûn Xelîl axivî û got: "Em ê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên ku sivîl û zarokan dike hedef bisekinin."

Xelîl anî ziman ku wê bi berdewamkirina têkoşînê ya li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê û hemû parçeyên Kurdistanê bînin û dagirkerî û faşîzmê têk bibin.

Bi domdarî Xelîl bang li gelê herêmê û ciwanan kir ku hevgirtî bin û li dijî faşîzma Tirk bi ruhê berxwedanê têbikoşin.