Li Kobanê dewriyeya hevpar a Rûs-Tirkiye êrîşî gel kir

Dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiye ku li bejahiya rojavayê Kobanê, bi bombeyên gazê êrîş bire ser welatiyên ku nerazîbûn nîşanî wan dan.

Dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiye ya 8’an li bejahiya rojavayê Kobanê pêk hat. Wesayîtên zirxî yên her du welatan li gundên Çerqelî, Sefik, Bênder û Xorxerî re derbas bûn û her wiha helîkopter jî li esmanan li gel dewriyeyê digeriyan.

Di dema dewriyeyê de welatiyên nerazîbûn nîşanî dewriyeyê dan, bi kevir, fêkiyên xirabûyî û pêlavan avêtin wesayîtên zirxî. Ji wesayîtên zirxî û helîkopteran bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Li aliyê din dewriyeya girêdayî Rûsyayê jî Eyn Îsayê derket li gundên Şergirka ya Girê Spî ve çûn. Dewriyeya Rûs a hevpar li gel vê dewriyeyê jî  gundê Şergirakê derket derbasî gundê Çelebî bû.