Li Kobanê çûk jî li ezmên nemabûn...

Demeke wiha bû ku li Kobanê çûk jî li ezmên nemabûn...Tenê çendek şervan mabûn. Komeke şervanên jin hebûn, min tihêla xwe da wan. Weke ku em bêkes û kus mabin, dilzîz bûm...

Semîra Ehmed a ji Kobanê, 47 salî ye û dayika 8 zarokan e. Yadê Semîra du kurên wê û keçeke wê şehîd e, li eniya paş a şer ked daye. Yadê Semîra dibêje, ''Ji roja ku çêbûme heta niha ji Kaniya Kurdan derneketim.'' Ji 2005'an û vir ve di nav xebatên Kongra Star de ye . Dibêje soz daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û heta ku sax be wê têbikoşe.

Dema ku şer gihaştibû ber deriyê Kobanê diviya biryareke giran bihata dayin. Şer ketibû Kaniya Kurdan, ku gotibû, 'qet jê derneketim'. Yaê Semîra wiha behsa wan rojan dike: ''Dema ku dijmin kete cihê ku lê çêbûme, min biryar li ser niştiman, xak û kezê (mebest, zaroyên wê ne) da. Ji bo dayikan şîrînê  ber dilê wan zaroyên wan in. Lê di rewşeke wiha de xaka te jî dibe weke zaroyên te. Dema ku xak û welatê mirov nebe, mane tiştekî namîne. Min ev dane ber hev û ji Kobanê derneketim. Xaka ti kesî ji mirov re nabe xak.''

Yadê SemÎra, Sara û Edla, soz û qirar didin ku li Kobanê li cem şervanan bimînin. Bi gotina Yadê Semîra, ''Çûkên li ezmên jî çûbûn...Tenê çendek şervan hebûn''. Di demeke wiha de, bi şanaziya mirovên ku xakê, niştiman tercîhî zaroyên xwe xwe dide ber kar...

HINGÎ ZAROYÊN WIHA RIND BÛN

''Me xwarin ji şervanên xwe re çêdikir. Ciwanên şoreşger berevanî li Kaniya Kurdan dikir. Li mala me bêhna xwe vedidan. Lê êvarî em diçûne cihê nêzî sînor. Beşek ji gir ketibû dest wan. Şervanan xwe ji êrîşê re hazir dikirin. Zaroyên wiha bedew û rind hebûn, mirov dil nedihişt ku li wan binere. Êrîş birin ser wan, ciwanekî ji Amedê hebû, beriya ku bigihişin gir şehîd bû. Hema li wir di bin darekê de ew veşartin. Piştre çeteyan gir standin û em jî mecbûr man ku derkevin. Em çûne kuçeya Şehîd Serhad.

ZILAMÊ KAL GURANDIBÛN

Yadê Semîra li ser çeteyên DAÎŞ'ê digot, ''ne mirov in'', wiha behsa hovîtiya wan dikir: ''Zilamekî kal hebû, ji mala xwe derneketibû. Çeteyan ew kuştibû û ew gurandibûn. Piştî demekê dema ku em vegeriyan me ew li lihêfekê pêça. Me nekarî ku wî veşêrin î.  Zilamekî dî yê yixtiyar di malê de tevî malê şewitandibûn.

Yadê Semîra her ku diçû digot şev û roj nemabûn û got, ''Dema ku şer giran dibû rojê carinan me 3-4 caran cihê xwe diguhart. Me nizanîbû ne şev e ne roj. Ji bilî şervanên YPG'ê û YPJ'ê ne wesayit hebûn, ne motor û ne jî mirov.

'EZ DIYA TE ME'

Şervanan birîndarek dibirin, ez jî li pey wan bûm. Dengê, ''ay yadê, ez perîtim'', hate ber guhê min. Ez çûme pêşberî şervanê birîndar, min li nav çavan nerî û got, ''Ez diya te me'', tenê got, ''Tu dayika min î?'' Ev gotinên wî yên dawî bûn. Cemedanek li ser bû, hê jî li cem min e, li nav kincên zaroyên xwe vedişêrim. Ti ferqa wî ji zaroyên min nebû.

HEVSERÊ WÊ JÎ Lİ NAV ŞERVANAN BÛ

Em ji wir derketin çûne taxa Şehîd Peyman. Hevserê min jî li nav şervanan bû. Min telefonî wî kir derneket. Piştî bi çend saetan telefonê lê da. Te nevê ew 2,5 saetan bûn li nav garisan bûn, ji ber ku tim suîkast dikirin ew û çend hevalên xwe li wir asê mabûn. Dema ku tiştekî biçûk jî dilivya direşandin. Axirê ku niha baş bûn.

'YADÊ, HETA KU EM HEBIN KOBANÊ NAKEVE'

Demeke wiha hatibû, çûk jî çûbûn..Tenê çendek şervan mabûn. Komeke şervanên jin hebû, çûme rex wan û rûniştim. Wiha me hîs dikir ku kesê kesan nîne. Min ji şervanê jin pirsî, ''Kobanê wê azad bibe?'' Şervanek jê (ji bakur bû), li ser kavilan rûniştî, hişk bi çeka xwe girtibû. Li min zîvîrî û got, ''Yadê, em ê heta bi dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û Kobanê azad bikin. Heta ku em hebin Kobanê nakeve!'' Bi coşî û baweriyekê gotibû. Piştî gotinên wê min jî lîland û got, ''Heta ew roj bÊ em jê jî li cem we bin.'' Êdî ne bêhêvî bûm. Belî min ê nekariya ku çekê hildim lê çi tişta ji dest min bihata min ê bikira.''

LI BER SIYA MERDIYAQAN EM RAKETIN

Rojekê em sê kes tenê mabûn. Bû êvar. Em ê raketana lê dilê me dikire kutekut. Hema li ser serê me du sî hebûn, dişibiya siya mirovan. Min jî got, ''ev nobedar in'' û min xwest tirs û sehwa li ser me biçe. Dilê hevalên min rehet bû û çûn raketin. Helbet, li wir nobedar nebûn, min ji mecbûrî wiha got. Sibehê dema ku rabûn dîtin ku siya merdiyaqan e. Dema ku ji min re gotin, ''Ma wê çi bûna, bi xêra merdiyaqan em bi rehetî ji xwe re raketin.''

LI ALÎYEKÎ ŞEHÎD Û LI ALIYEKÎ ŞER

Hema li rex me mizgeft hebû, em çûne wir. Hevala Laleşîn jî li wri bû. Dema ku em gihaştin cem wan me dît ku 16 şehîd hene. Li hewşa mizgeftê hatibûn danîn. Rewşeke giran bû. Dema ku tarî dikeve erdê mirov ne dikare çirayê vêxe ne jî çixarê, da ku cihê mirov diyar nebe. Li aliyekî dibînî ku şehîd li erdê dirêjkirî ne û li aliyê dî dibîne ku şer e...Wiha em li hêviyê man ku bibe şev, ji bo ku em şehîdên xwe bişînin bakur. Şevê saet 2'yan me şehîd ji derî şandin û em vegeriyan ser cihê xwe.

ŞERVANEKÎ BI XWÎNA XWE LI DÎWÊR,''EZ DEYNDARÎ KOBANÊ ME'' NIVÎSÎBÛ

Dema şer me gelek caran malên xwe diguherandin. Em ketibûn malekê, li taxa Şehîd Serhad. Şervanekî birîndar bi xwîna xwe li dîwêr, ''Ez deyndarê Kobanê me'' nivîsîbû. Ev ciwanek e, hem ji bo gelê xwe canê xwe dide û hem jî dibêje, ''Ez deyndar im'', divê ez çi bikim? Berdêla azadiyê ji can wêdetir ne tiştekî dî ye. Divê ilim tu şehîd bidî. Divê mirov li xwe bizîvire û bi xwe re li gelek tiştan bigere. Ez wiha dikim. Mînak niha her roj em kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin. Ez dizanim, dema ku em vê dikin divê em bibin mînak.

KEÇ Û KURÊN WÊ YÊN ŞEHÎD..

Em ji Yadê Semîra dixwazin ku behsa zaroyên xwe yên şehîd bike: ''Kurê min Egîd, serekê YXK'ê bû, tevlê bû. Çû Efrînê perwerde bû. Heta 2018'an jî li nav şer bû. Bi krîza dil, şehîd bû. Harûn 2011'an tevlê bû û 2015'an şehîd bû. Piştî şerê Kobanê gav bi gav gund azad kirin. Tevlî şerê Girê Spî bû. Herî dawî li Minbicê şehîd bû. Beriya ku şehîd bibe jî jixwe min dîsa xwarin ji wan re çêdikir. Gote min, ''Kobanê azad bû, Girê Spî û Sirrin ji. Ev pêngava dawî ye, heke şehîd nebim nema tiştek bi min tê. Lê ku şehîd bibim jî divê dilopek hêsir ji çavê te neyê. Tu yê di merasîma şehîdbûna min de biaxivî û ji bo min bistrînî. Ew strana ku te tim ji min re digot.'' Min jî yek pê ve zeliqand û gotiyê, ''Ev tu çilo diaxivî!''.

Lê çi gotibe yek bi yek min bi cih anî. Di merasîmê de axivîm û min jê re strand. Navê stranê, ''Lawo lawo Harûnê min lawo'', di stranê de ''Aldarê min lawo'' bû lê min guherand, min bi rengê ''Harûnê min lawo'' distrand. Piştre min navê zaroyên xwe yên din jî kirin navê û strand. 

Jîn jî bi 16 hevalên xwe re li Şêxlerê şehîd bû û cenezayê wê birin Cerablûsê. Hê me cenaze nestandiye. Harûn gito,''Ez ê Jînê ji te re bînim.''

Dema ku dayik behsa stranê dike me jê xwest ku hinekî bistrîne. Pêşî dudilî dibe û dest pê dike:

Lawo lawo Harûnê min lawo

Lawo lawo ax Jîna min lawo

Lawo lawo Egîdê min lawo

Axx dilê dayika we biheliyawo

 

Kela Jînê ax kela Harûn

We ji me girtiye wa canên cihan

Mij û dûman berf û baran

Harûnê min ketiye wa cenga giran

Egîdê min ketiye wa cenga giran

 

Lawo lawo Harûnê min lawo

Lawo lawo ax Jîna min lawo

Lawo lawo Egîdê min lawo

Axx dilê dayika we biheliyawo

Dema ku distrand dengê wê dilerizî lê nedigirî...Di cih de vedigere ser mijarê:

ŞERVANÊN KU SIBEHA KOBANÊ NEDIDÎTIN...

''Kobanê cihekî biçûk e lê bi berxwedana xwe mohra xwe li cîhanê da. Ên ku berê navê Kobanê nebihîstibûn hatin vir û şehîd bûn. Hin jê bi şev dihatin dixwestin ku zû bibe sibeh, da ku bibînin bê ka ev Kobanê cihekî çawa ye. Hinan ew jî nedîtin. Ev rewşeke giran bû.

Şerê nav bajêr zehmet e. Divê mirov taxan nas bike. Hin komên ku nû hatibûn, ji bo ku rêya xwe şaş dikrin, diketin nav dijimin û şehîd dibûn. Carinan jî li hewşa malekê, li hewşa li rex şervanan dijmin hebûn.

Cihê ku birîndar lê diman, em hema li rex wan bûn. Me xwarin ji wan re çêdikir, kincên wan dişiştin. Carinan jî em diçûne cem wan, moral dida wan, stran ji wan re digot. Carinan jî wan digot, ''Bila dayik werin cem me.'' Me civat dikir.

''YADÊ TU LI VIR ÇI DIKÎ?''

Şevekê em çûne taxa Şehîd Firaz. Şervan li qada duyan a avahiyê bûn. Hevalek bi giranî birîndar bûbû. Şûtikê wî bi xwar de şemîtî bû. Min da hev û çûme jorê. Çûme cem. Navê şervan Yilmaz bû. Çavê xwe vekir, got, ''Yadê tu li vir çi dikî?'' Tu jî şer dikî?'' Min gotiyê, ''Belê, ez jî hatime şer. Dayikên weke min zehf in.'' Got, ''Tu rast dibêjî'', çend saetan şûn de şehîd bû.''

Mirov bi salan behsa çîrokên berxwedanê yên Kobanê bike xilas nabin. Carinan em û hevalan me li ser şer dipeyivîn. Min carekê got, ''Sara, jixwe em ê bi hev re şehîd bibin.'' Sara got, ''Tu ji kû zanî?' Min jî gotiyê, ''Em tim bi hev re ne, em şehîd bibin jî em ê li cem hev bin.'' Wê jî got, ''Na, wê rojek were. Li dora me neviyên me, em ê behsa leheng û şehîdên xwe yên Kobanê bikin.''

BOST BI BOST XWÎNA ŞEHÎDAN LI KOBANÊ RIJIYA..

Mirov carinan ji xwe dipirse, ''Ev ê ku bi serê me hatî xeyalek bû, xewnek bû yan na?'' Gav bi gav xwîna şehîdan li Kobanê rijiya. Zaroyên nûgihaştî bi stran û lîlananan bi ser wan çeteyên hov de çûn. Nexasim jinên ciwan. Bêtirs bi ser dijmin de çûn. Mohra xwe li Kobanê dan. Kobanê bi wan xilasbû. Divê di serî de miletê Kobanê û hemû Kurd vê ji bîr nekin. 

Dema ku li Kobanê şer xilas bû bi coşiyeke mezin hate pîrozkirin, ez digiriyam. Hevalan gotin, ''Tu çima digirî?''. Çi bibêjim, xwezî şehîdên me jî ev roj bidîtana.