Li Kobanê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

Xelkê herêma Firatê cenazeyên şehîd Berçem Kobanê (Ednan Şêx Mihemed) Dozvan Qasimê (Serwet Ehmed) MIhemed (Mihemed Şêx Nebî) li Kobanê bi merasîmeke girseyî veşartin.

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên Şehîdan ji bo veşartina cenazeyên endamên QSD’ê Şehîd Berçem Kobanê (Ednan Şêx Mihemed), Dozvan Qasimê (Serwet Ehmed ) û endamê Hêzê Ewlekariya Hundirîn Mihemed (Mihemed Şêx Nebî) ku dema ser li erka xwe şehîd bûn, li goristana Şehîd Dîcle merasîmeke girseyî lidar xistin.

Beriya merasîmê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çelebiyê Cîhan Alî axivî û ev tişt got: "Em ê her bi ser bikevin, bi yekbûna xwe û rastiya xwe em ê li hemberî hemû dewletan jî bisekinin. Ji bêdengiya dewletan jî diyare ku piştgiriyê didin dewleta Tirk. Em soz didin şehîdên xwe heta ku xeyalên wan pêk werin, em ê şopdarê riya wan bin."

Ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl jî axivî û got: “Delweta Tirk li çiyayên azad bi bin ket, vê carê dest diavêje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Her kes dizane ku dijmin bi hemû awayî û hemû cureyên qirêj êrîş dike, li çiyayên azad bi bin ket, dev davêje Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê, lê tenê soza me berxwedan e."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her sê şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyan hatin veşartin.