Li Kantona Qamişlo Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

Li Kantona Qamişloyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin.

Li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Birak û Til Hemîs ên Kantona Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin.

AMÛDÊ

Rêveberiya Dibistanên Amûdê bi vê boneyê meşek bi beşdariya bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr li dar xist.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li Qada Jina Azad a li têketina navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir xwendekar Sîpan Îsa bi zimanê Kurdî û xwendekar Lorîn Remo bi Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re pergala perwerdeyê ya demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb û Suryanan re anî û piştgiriyê didin taybetmendiyên perwerdeyê yên her pêkhateyekê da ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Her wiha hate destnîşankirin ku tevî hemû hewlên ji bo piştevtinê yên rejîmên destpot jî Kurdan ziman û nasnameya xwe parast.

QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava rêzesemîner li Qamişloyê bi navê "Rewşa zimanê kurdî di Zanîngeha Rojava de, di navbera astengî û planên pêşdeçûnê de" hate lidarxistin.

Pisporên zimanê Kurdî yên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi rêya online beşdar bûn.

TIRBESPIYÊ

Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Ronak da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Hêlîn Silêman û bi zimanê Erebî ji aliyê xwendekarê bi navê Kîwan Kenan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin û hate gotin: "Ziman nasname ye û girêdana di navbera dema îro, paşeroj û siberojê de ye."

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên perwerdehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku çanda neteweyan biparêzin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê welatiyên Sûriyeyê mîsoger bikin.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan hate dayîn.

Xwendekara bi navê Newroz Hisên daxuyanî xwend. Newroz Hisên bal kişand bi ser rola Rêveberiya Xweser di parastina zimanên pêkhateyên herêmê de.

TIL BIRAK

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê jî bi heman boneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê û xwedîderketina li zimanê dayikê li gelan hate kirin.

TIL HEMÎS

Bi dehan xwendekar li pêşiya Meclîsa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û daxuyaniyek da. Xwendekarê bi navê Omer Ebdurehman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ziman nasnameya civakî ya neteweyan ava dike û hat gotin: “Hêzên mêtinger hewl didin ziman û nasnameyê tune bikin. Dewletên çavnebar şerê zimanan dikin, da ku peywendiya di navbera ferdên civakê de qut bikin û mirovan ji koka wan dûr bixin.”