BI DÎMEN

Li kantona Firatê agirê Newrozê gur bû

Bi boneya cejna Newrozê li gelek navçe û navendên kantona Firatê agirê Newrozê bi coş hate pêxistin.

LI KANTONA FIRATÊ AGIRÊ NEWROZÊ GUR BÛ

Bi boneya cejna Newrozê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurdî re çareserî" de agirê Newrozê li navçeya Sirîn û Zanîngeha Kobanê hat pêxistin û Newroza 2024’an hat pîrozkirin.

Li Navçeya Sirîn a Kobanê Şahî li navenda Çand û Hunera Sirînê bi amadebûna bi sedan kesan hate destpêkirin. Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Meclîsa Navçeya Sirînê Şebo Ebdirezaq Elo axivî û got: "Em vê rojê li tevahî netewên herêmê û tevahî gelan pîroz dikin. Roja Newrozê li dijî desthilatdariyê serî rakirine û roja vejînê ye. Em jî Newroza netewa demokratîk li tevahî netewên herêmê pîroz dikin."

Şahî bi komên hunerî yê ji Çand û Hunera Sirînê berdewam kir. Di şahiyê de govend hate gerandin û bê navber dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" hate berzkirin.

Di hema demê de jî li zanîngeha Kobanê bi amadebûna tevahî xwedekar û mamosteyan agirê Newrozê dadan. Li ber zanîngeha Kobanê agirê newrozê hat pêxistin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û ev roj li tevahî gel, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azad û tevahî şervanên di çeperên şer de pîroz kir û got: "Em Newroza îsal bikin wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Di vê Newrozê de wê pêngaveke nû bê avêtin. Em bi ruhê netewa demokratîk Newrozê pîroz bikin."

Şahiya zanîngeha Kobanê bi komên Hunerî hatin berdewamkirin û di dawiyê de jî dîlan li dora agir hatin gerandin.