Li Kantona Cizîrê gel li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya

Li Kantona Cizîrê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

MEŞA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de gel li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê daket qadan.

Divê çarçoveyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên Ereb li pêşiya navenda Trafîkê ya rojhilatê bajarê Til Hemîsê kom bûn û li dijî tecrîdê meşiyan.

Li pêşiya Dozgeriya Giştî ya bajêr, mitingek hate lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û got: "Sûcên hikumeta Erdogan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mîsaqên Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan in. Ji vir diyar dibe ku ew rêxistin û dewletên kapîtalîst, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in."

Piştre Şêx Newaf Ferhan El Taî bi navê Qebîleya Tay a Erebî axivî û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan ê rêya xwişk û biratiya gelan xêz kir û hezkirin û wekhevî belav kir, êlên herêmê yên Kurd û Ereb û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî ne."

Endama Kongra Star a bajêr, Mawiye El Hedîd jî diyar kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin ji hikumetên desthilatdar rizgar bûye, zihniyeta baviksalariyê têk bir û di tevahî qadan de bû pêşeng.