Li kampa Eyn Îsayê 895 çete reviyan

Çeteyên DAÎŞ'ê yên sûd ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wergirtin li kampa Eyn Îsa serî hildan. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji ANF'ê re ragihandin 895 çeteyên li kampê reviyan.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên sûd ji bombardûmana dewleta Tirk wergirtin ji kampa li Eyn Îsayê reviyan.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku 895 çete reviyane û çeteyan bi çekên li kampê û derdorê bi dest xistin çûne gundê Halîdiyeyê.

Hate ragihandin ku yên reviyane bi giranî malbatên DAÎŞ'î û girtiyên DAÎŞ'î ne.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan li Halîdiyeyê dest bi êrîşa dijî hêzên QSD'ê kirine û balafirên koalîsyonê li ser gund digerin.

Tê gotin ku balafiran hîn dest li rewşê wernedane. Li gorî agahiyan li nava kampê jî çeteyên çekdar hene.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) jî li gorî agahiyên ji çavkaniyên Kurdan wergirt diyar kir ku derdora 800 çeteyên DAÎŞ'ê û xizmên wan reviyane.