Li Idlibê şer giran e: Herî kêm 39 kes mirin

Li herêma Idlibê ya Sûriyeyê, di navbera rejîma Şamê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk şerekî giran qewimî. Hate ragihand ku bi dehan kes mirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di şeva Çarşem û Pêncşemê de şerekî giran qewimî û herî kêm 39 kes mirin.

Hate ragihandin, rejîmê û hevalbendên wê du gund kontrol kirin û ber bi bajarê Maaet El Nûman ê stratejîk ve diçin.

Rejîma Şamê dibêje ku ew bi biryar in Idlibê kontrol bikin. Li vê herêmê, koalîsyona ji çeteyên El Nûsrayê Heyet Tahrîr El Şam serdest e. Dewleta Tirk piştgiriya van komên çete dike.

Moskowa ku piştevanê herî mezin ê rejîmê ye di 9'ê Çileyê de li Idlibê agirbest ragihandibû û piştevaniyê çeteyan Tirkiyeyê jî ev hewldan piştrast kiribû.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku roja Çarşemê balafirên Sûriyeyê û Rûs zêdeyî 100 carî êrişî herêma Idlibê kirin.

Li gorû buroya koordînasyona karên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî ji 1'ê Kanûna 2019'an û vir ve piraniya wan li herêma Idlibê zêdeyî 350 hezar kes ji warê xwe bûn.

Li gorî bîlançoya dawî ya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan ji Adara 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve 115 hezar jê sviîl zêdeyî 380 hezar kes mirin. Bi milyonan mirov jî neçar man koçber bibin.