Li Hesekê operasyonên lêgerînê dewam dikin

Operasyonên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li taxên bajarê Hesekê dewam dikin. Operasyon gihaştin taxên Xeşman û El-Salihiyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonên lêgerînê ya li dijî şaneyên DAÎŞ'ê li bajarê Hesekê dewam dikin, piştî ku di 26'ê Çileyê de kontrola girtîgeha Sînaa ya hate ragihandin.

Operasyonên lêgerînê li taxa Xeşman a li bakurê bajêr û El-Salihiye dewam in. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nav kolan û malên her du taxan digerin.

Li bajarê Hesekê îro bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dewriyeyên wê bi cih bûne.