Li Hesekê operasyona QSD’ê didome

Operasyona li hemberî DAÎŞ’ê didome û çete di xeleqê de asê mane. Hêzên Ewlekariya Hundirîn got “Operasyon bênavber didome.”

Çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Girtîgeha Sinaî ya li Taxa Xiwêranê kiribû. Şerê li hemberî çeteyan didome.

Hêzên Asayîşê û QSD di şeran de cih digirin. Şer li xaçerêka girtîgehê û li derdora fakulteya îktisatê didome, dora çeteyan hatiye girtin. Di operasyonê de beriya her tiştî tê xwestin tiştek bi sivîlan neyê.

Hate ragihandin di şeran de gelek çete hatine kuştin û komek çete jî hatine girtin.

Helîkopterên koalîsyonê û balefirên şer jî hin cihan bomberdûman dikin.

DAXUYANIYA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî geşedanên dawîn ên li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin, “Şaneyên DAIŞ’ê şeva pêncşemê êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kir. Di destpêkê de erebeyeke bombebarkirî li derdora girtîgehê teqand, piştre çeteyan di nava taxên nêzî girtîgehê de belav bûn û êrişî hêzên ewlehiyê yên berpirsîn parastina girtîgehê kirin da ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Sînai de îsyan kirine, birevînin.

Hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êriş şikand û gelek çeteyên terorîst girtin. Her wiha operasyonên lêgerînê li dijî çeteyên xwe di taxên li derdora girtîgehê de veşartin, dest pê kir. Di encamê de 7 endamên me birîndar bûn û endamê me Xalid Ilêwî şehîd bû. Her wiha 3 sivîl şehîd bûn ku nehiştin çeteyên DAIŞ’ê derbasî taxan bibin.

Hêzên me taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kir. Operasyonên lêgerînê li taxê û taxên derdorê ji bo girtina çeteyan berdewam in. Em soz didin gelê xwe ku şopdarên şehîd û birîndarên xwe bin da ku ewlehî li herêmê bi giştî pêk were.”