Li Hesekê êrîş: 2 kes birîndar bûn

Di êrîşa bi bombeyên destan a li Hesekê de 2 kes birîndar bûn.

Li Çerxerêya Kenîsa ya Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesên nenas bi bomeyên destan êrîşî welatiyên sivîl kirin.

Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneyê

Hêzên asayîşê li herêmê dest bi lêgerîn û ewlekariyê kirin.