Li Hesekê di operasyonê de ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şer çêbû
Dema ku operasyona kontrolkirinê ya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didomiya, bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer çêbû.
Dema ku operasyona kontrolkirinê ya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didomiya, bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer çêbû.
Operasyona ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê dabû destpêkirin, didome. Hate diyarkirin bi saya alîkariya gel operasyon di roja 3’an de jî didome.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Samî Ebdulkerîm Diyab ê ku tevlî pêngava lêgerînê ya li taxa Xiwêranê bû ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku gel di operasyonê de piştgiriyê dide hêzên ewlekariyê.
ÇETEYEK HATE KUŞTIN
Xebatkarên çapemeniyê yên geşedanên li Taxa Xiwêranê dişopînin diyar kirin ku li nêzî dibistana El Zehra di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên DAÎŞ’ê şer çêbûye. Li gorî agahiyên ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate wergirtin li hemberî 5 çeteyan şerek çêbûye û di şer de çeteyek hatiye kuştin.
Hate ragihandin şer didome.