Li Hesekê çi diqewime?
Endamên Dîfaa El Watanî yên girêdayî hikumeta Sûriyeyê li Hesekê di nava sê rojan de du caran provokasyon kirin. Bi qasî 25 deqîqeyan şer çêbû. Di vî şerî de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Endamên Dîfaa El Watanî yên girêdayî hikumeta Sûriyeyê li Hesekê di nava sê rojan de du caran provokasyon kirin. Bi qasî 25 deqîqeyan şer çêbû. Di vî şerî de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li Kolana Qamişlo ya Taxa Merşo ya Hesekê komeke sivîl û xwedî techîzatên leşkerî yên endamên Dîfaa El Watanî ber bi bendên konrolê yên Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Kom dema ku nêzî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, endamên Dîfaa El Watanî provokasyon kirin.
Endamên Dîfaa El Watanî bi kevir û daran êrîş birin ser Hêzên Ewlekariya Navxweyî û gule reşandin. Ji bo ku reşandina guleyan veşêrin jî bombeyên mijê avêtin. Hêzên Ewlekariya Navxweyî ji ber sivîlan li gorî xweparastinê li êrîşkaran da.
KESEK MIR 3 KES BIRÎNDAR BÛN
Di vî şerê 25 deqîqeyan de polîsekî girêdayî hikumeta Şamê mir û 3 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku navê polîsê miriye Mûhammed Rîheyl e û navê birîndarekî jî Suleyman El Xedban e.
Li gorî çavkaniyeke pêbawer ev 4 kes ji aliyê endamên Dîfaa El Watanî hatine kuştin û hikumeta Şamê dixwaze vê provokasyonê têxe stûyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Rêveberiya Xweser.
Di 27’ê Çileyê de jî hin alîgirên hikumeta Sûriyeyê êrîş biribûn ser bendên ewlekariyê yên li Hesekê. Di dîmenan de hatibû dîtin ku di destê kesên sivîl de çek û demançe hene.